Xebata 20 salan bû berhem: ‘Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd’

Felaket

New member
DUVAR – Ji bo xebata ‘Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd’ gellek arşîv, muzexane û berhem hatine vekolandin. Cilûberg û xişrên di vê berhemê de bi giştî bi qelem û xêza Nevîn Reşan Gungor, ji nû ve hatine xêzkirin. Nevîn Reşan Gungor di nivîsa destpêkê de sedema herî girîng ya vê xebatê wisa diyar kiriye ku cilûbergên gelêrî yên jinên kurd tomar bike, ji wendabûn û talankirinê xelas bike û bi vî awayî vê mirasa qedîm li ser piya bihêle û derbasî pêşerojê bike.

Nivîskar nêzî 20 salan li ser vê berhemê xebitiye. Xêzên xwe li gor arşîv, mûze û çavkaniyên cûrbecûr çêkirine. Berhem, bi ebadeke mezin (24×34 cm), wek 200 rûpelî û temamî rengîn hatiye çapkirin.

Cilûberg û xişrên di vê berhemê de bi giştî bi qelem û xêza Nevîn Reşan Gungorê ji nû ve hatine xêzkirin û wek xezîneyeke veşartî, deriyê wê ji bo modelîst û stîlîstan hatiye vekirin.

Naveroka vê berhemê weha li pey hev rêz bûne: Cilûberg, Kofî, Aksesûwar û Xişr, nazaran û Sol, Nîgarên Destî yên li ser Qumaşan, Makîneyên Tevnê û Aletên Destî, Qalibên Cilan û Xişir.
 
Üst